Perlemana Tirkiyê serokekî nû hildibijêre

Ji bo serokatiya Perlemana Tirkiyê, ji AKPê serokwezîrê berê yê Tirkiyê Bînalî Yildirim berbijar e, ji CHPê Erdogan Toprak, ji HDPê Meral Daniş Beştaş û ji IYI-Partî Hayretîn Nuhoglu berbijar e.

K24 - Navenda Nûçeyan

Biryar e îro Perlemana Tirkiyê ji bo hilbijartina serokekî np ji xwe re, civînekê lidar bixe.

Ji bo Seroktiya Perlemana Tirkiyê, 4 kesan xwe berbijar kiriye.

Ji AKPê serokwezîrê berê yê Tirkiyê Bînalî Yildirim berbijar e, ji CHPê jî Erdogan Toprak, ji HDPê Meral Daniş Beştaş û ji IYI-Partî Hayretîn Nuhoglu berbijar e.

Ji bo kesek karibe bibe serokê Perlemana Tirkiyê, pêwîst e di gera yekem an jî diwem de 400 dengan bidestxîne. Heger di herdu geran de serok neyê hilbijartin, wê pirose derbasî gera sêyem bibe û pêwîst e berbijar 301 dengan bideve bîne. Lê heger di wê gerê de jî kes biser neket, wê di gera çarem de, berbijarê ku herî zêde deng wergirtiye bibe serokê Perlemana Tirkiyê.

N.O