HSD taxa Neşwa ya bajarê Hesekê radestî rêjîmê kir

Hêzên Sûrya Demokrat, taxa Neşwa ya bajarê Hesekê radestî Artêşa Sûryê kir û niha artêşê dest bi danîna xalên xwe yên pişkinînê li derdora wê taxê kiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rojnameya El-Weten ya ser bi Hikûmeta Sûryê ve belav kiriye, ku duh  Hêzên Sûrya Demokrat, taxa Neşwa ya li başûrê rojavayê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê radestî Artêşa Sûryê kir û niha artêşê dest bi danîna xalên xwe yên pişkinînê li derdora wê taxê kiriye.

Li gorî rojnameya navhatî, radestkirina Taxa Neşwa ji aliyê HSDê ve, yek ji xalên rêketina di navbera wan û Hikûmeta Sûryê de ye, ku berî niha di encama çend civînan de, li ser vê yekê lihev kiribûn.

Heya niha, ne HSDê û ne jî rêveberiya xweser ew nûçe piştrast nekirine.

Berî niha jî heman rojnameyê, ragihandibû ku rêveberiya xweser û Hikumeta Sûryê, lihev kirin ku rêveberî zeviyên petrola Hesekê radestî Hikûmetê bike.

El-Weten ji ser zimanê hin jêderên di nav rêveberiya xweser de veguhestibû, ku Yekîneyên Parastina Gel û Hikûmeta Sûryê derbarê petrola Hesekê lihev kirine, li gorî rêketina di navbera herdu aliyan de, wê tevahiya piroseyên firotina petrolê di destê Hikûmetê de bin.

Herwiha rojnameyê tekez kiribû, ku di dema dawî de şandên Hikûmeta Sûryê seredana Qamişlo, Hesekê, Reqa, Tebqa û Şedadê kirine û li gel serkirdeyên YPGê civiyane.

N.O