Encûmena Tebqa ya ser bi HSDê ve red dike ku bi rêjîmê re lihev kiribe

Zanyarî hebûn ku Encûmena Bicîkar li Tebqa razî bûye, rêvebiriya bendava Tebqa radestî Hikûmetê bike û çargoşeyeke emnî ji aliyê Hikûmetê ve li Tebqa bê danînin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hevserokatiya Encûmena Bicîkar a Tebqayê, red kir ku derbarê rêvebirina bendava Tebqa rêkitnek bi rêjîma Sûryê re kiribe.

Di daxuyaniyekê de, Hevserokatiya Encûmena Bicîkar li Tebqayê ragihand, ku di dema dawî de, gellek nûçeyên û dengo li ser hebûna rêketinekê di navbera wan û Hikûmeta Sûryê de belav bûne, lê ew nûçe û dengo ji bingehê de nerast in.

Li gorî heman daxuyaniyê, di wan nûçeyan de, behsa wê yekê hatiye kirin, ku Encûmena Bicîkar li Tebqa razî bûye, rêvebiriya bendava Tebqa radestî Hikûmetê bike û çargoşeyeke emnî ji aliyê Hikûmetê ve li Tebqa bê danînin.

Encûmena Tebqa di daxuyaniya xwe de tekez dike, ku heya niha ti rêketin di navbera wê û Hikumetê de, çênebûye û ew nûçeyana ji rastiyê dûr in.

Di heman demê de jî, wê encûmenê di daxuyaniya xwe de diyar kir, ku ew ji bo her diyalogekê amade ye, eger mafên pêkhateyên Tebqayê biparêze.

N.O