Li Bexdayê amadekariyên xwepêşandaneke berfireh tên kirin

Çaverê ye xwepêşander berê xwe bidin Nawçeya Kesk, daku nerazîbûna xwe li ser nebûna xizmetkariyan bidin xuyakirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Jêderekî emnî li Bexdayê ji malpera El-Xed Press a Iraqî re ragihand, amadekarî tên kirin ji bo îro êvarî xwepêşandaneke berfireh li Bexdayê bê encamdan.

Hêzên emnî li Bexda ketinê amadebaşiyê de û rêkarên pêwîst stendine, daku parastina dezgehên dewletê bikin.

Li gorî hatiye ragihandin, wê ew xwepêşandana berfireh, îro demjimêr 6ê êvarî destpê bike.

Çaverê ye xwepêşander berê xwe bidin Nawçeya Kesk, daku nerazîbûna xwe li ser nebûna xizmetkariyan bidin xuyakirin.

Xwepêşandana Bexdayê, hevdem e li gel xwepêşandanên nerazîbûnê li parêzgehên başûrê Iraq, ku ev 6 roj in, xelkên parêzgehên Besra, Necef, Zîqar, Mîsan, Wasit û Kerbela bi riya xwepêşandanan daxwaza peydakirina derfetên kar, xizmetkariyan ji av û karebê dikin.

N.O