Iraqê Facebook daxist
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji ber xwepêşandanên li parêzgehên başûrê Iraqê, hikûmeta Iraqê tûra civakî “Facebook” daxist. Herwiha li Herêma Kurdistanê jî Facebook venabe.
Li gor raportên medyayî, xwepêşandan li 6 parêzgehên Iraqê Besra, Mîsan, Kerbela, necef, Zîqar û Babilê birêve diçin. Berdewam jî wêne û girtevîdyoyên xwepêşandanan di riya tûra civakî “Facebookê” dihatin belavkirin.
Daxwaza xwepêşanderan li wan 6 parêzgehan xizmetguzariyên zêdetir ên av û kehrebê dikirin, lê niha ew daxwaz hatiye guhartin û niha xwepêşander daxwaza destvekişandina hikûmetê dikin.
Li gor zanyariyan, Li Bexdayê jî amadekariyên xwepêşandaneke berfireh tên kirin, ku biryar e îro demjimêr 6ê êvarî destpê bike.
S. B