Çarenivîsa bi hezaran welatiyên Reqayê di gorên bikomî de diyar dibin

Nêzî 5 gorên bikomî li bajarê Reqayê hene ku piştî têkçûna DAIŞê li Reqayê ev gor hatin dîtin ku çarenivîsa bi hezaran ji welatiyên Reqayê diyar dike. Herwiha di bin avahiyên rûxandî de jî gelek laş tên dîtin, ji ber wiha jî ta niha gelek ji xelkên Reqayê wendayî ne.
kurdistan24.net

 

K24 – Reqa
Nêzî 5 gorên bikomî li bajarê Reqayê hene ku piştî têkçûna DAIŞê li Reqayê ev gor hatin dîtin ku çarenivîsa bi hezaran ji welatiyên Reqayê diyar dike. Herwiha di bin avahiyên rûxandî de jî gelek laş tên dîtin, ji ber wiha jî ta niha gelek ji xelkên Reqayê wendayî ne.

Piştî têkçûna DAIŞê li reqayê êdî hin bi hin şûnwarên kiryarên wê diyar dibin, ev yek ji gorên bikomî yên li Reqayê ye, nêzî 300 laşî li xwe digre, bi awayekî hovane ev laş bi ser hev de komkirî ne. Mehmûd yek ji welatiyên Reqayê ye, dibêje ku pismamê wî di vê gora bikomî de ye, ku ji aliyê segvanên DAIŞê ve hat kuştin û niha li benda lêgerîna tîma bersivdayîna hawarî ye ku laşê pismamê wî bibînin.

Piraniya laşan li vê gora bikomî nayên naskirin, tenê hin mirî ji cilên wan ve tên naskirin, yan jî heger nîşanek ser laşê wî hebe. Ji aliyekî din ve, nebûna alav û teknîkên pêşketî dibe keşeyeke mezin li pêş karê tîma bersivdayîna hawarî, wek naskirina laşan di rêya DNA re, lê welatiyên ku laşên zarokên xwe nas dikin, ew dikarin laşên wan bibin û li devereke taybet veşêrin, û heger ne naskirî be li goristana şehîdan tê veşartin.

Di van gorên bikomî de gelek zarok û jin jî hene û nêzî 5 gorên bikomî li nava bajarê Reqayê hene, herwiha gelek laşên çekdarên DAIŞê jî hene ku di operasiyona rizgarkirina Reqayê de hatibûn kuştin û bi awayekî bilez ji hêla DAIŞê ve hatine xeşartin, li aliyekî din gelek laş di bin avahiyên rûxandî de jî hene û ev yek jî sedemeke ku hîn hejmareke mezin ji welatiyên Reqayê windayî ne.