Lêpirsîn bi 2 parlemanterên HDPê re tê kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Di derbarê 2 Parlementerên HDPê de bi hinceta ku beşdarî şîna gerîllayên PKKê bûne, lêpirsîn hate destpêkirin.
Li gor nûçeyên medyaya Tirkiyê, Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Diyarbekirê Musa Farisogullari û Remziye Tosun beşdarî şîna gerîlayê PKKê Mehmet Yakişir bûne û ji ber vê tohmetê di derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Mehmet Yakişir berpirsê PKKê yê herêma deryaya reş bû û berî niha 2 rojan li bajarê Gûmûşxaneyê di encama operasyoneke leşkerî de canê xwe ji dest dabû.
S. B