Çalakvanekî siyasî ê ji Rojhilatê Kurdistanê hat kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Derengê şeva bûrî, termê çalakvanê siyasî û endamê Rêveberiya Komela Mafên Mirvan ê ji Rojhilatê Kurdistanê Îqbal Muradî kuştî li parêzgeha Silêmaniyê hate dîtin.
Li gor malpera Komela Mafên Mirovan a Kurdistanê, derengê şeva bûrî dema termê Îqbal Muradî li nêzîk çemê Pênciwîn li parêzgeha Silêmaniyê hate dîtin û cihê 7 guleyan li gewdê wî hatin dîtin.
Komela Mafên Mirovan a Kurdistanê da zanîn, bavê Îqbal ê bi navê Zanyar Muradî li Îranê girtiyekî siyasî ye û sizaya bidavekirinê li ser heye. Di heman demê de jî apekî Îqbal ê bi navê Luqman Muradî jî li Îranê di zîndanê de ye.
S. B