Xwepêşandanên bajarê Besre dîsa destpê kirin

Xwepêşandanên bajarê Besre dîsa destpê kirin e û xwepêşander jî dibêjin, heta ku hikûmet daxwazên wan bicîh neke, ew dest ji xwepêşandanan bernadin

K24 – Navenda Nûçeyan

Xwepêşandanên bajarê Besre dîsa destpê kirin e û xwepêşander jî dibêjin, heta ku hikûmet daxwazên wan bicîh neke, ew dest ji xwepêşandanan bernadin.

Îro êvarê, carek din xwepêşandanên Besre li meydana Azadî ya naverasta bajêr destpê kirin. Xwepêşanderan jî, amaje bi wê yekê kirin, heta ku hikûmeta Iraqê daxwazên wan bicîh neke, ew dê di xwepêşandanan de berdewam bibin.

Bi mebesta dayîna derfeta kar û damezrandinê, duhî hikûmetê forma damezrandinê belav kiribû, lê îro welatiyan ragihandin, ew forme tenê ji bo xapandina xwepêşanderan ne. Jiber wê yekê, îro carek din xwepêşandanên bajêr, destpê kirin.

 

 

C.B