Sêyem çekdarê êrîşa ser avahiya parêzgeha Hewlêrê hat kuştin
K24 - Navenda Nûçeyan
Sêyem çekdarê êrîşa vê sibehê li ser avahiya parêzgeha Hewlêrê hat kuştin.
Nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand, ku destpêkê du çekdarên bi êrîşê rabibûn, ji aliyê hêzên asayişê ve hatin kuştin û yê sêyem jî birîndar bû, niha hêzên asayişê ragihandin, ku çekdarê sêyem jî hat kuştin.
Di encama êrîşê de, fermanberek binavê (Ferhan Şeqlaweyî) ku kiristyan e û temenê wî 55 sal e, şehîd bû û polîsek jî binavê (Ehmed Selîm Gerdî) birîndar bû.
Ew endamê polîs, ev diwem car e. di dema bicîkirina erkê xwe de birîndar dibe û niha rewşa wî ya tendirustî baş bûye.
N.O