Hêzên Iraqî li Bexdayê di amadebaşiyê de ne
K24 - Navenda Nûçeyan
Biryar e îro li Bexda, Besra û çend bajarên din yên Iraqê, xwepêşandanên berfireh bên encamdan û hejmareke mezin ji hêzên ewlehiyê li nav Bexdayê hatiye belavkirin.
Şanderê Kurdistan24ê li Bexdayê ragihand, ku li meydana Tehrîr û navçeyên din ên bajarê Bexdayê, hêzên ewlekariyê ketine amadebaşiyê de.
Ev yek di demekê de ye, ku duh xwepêşandan li Besra û Bexdayê hatin encamdan û xwepêşanderan daxwaza dadgehkirina gendelkaran kirin û rexneyên tund li bêdengiya partiyan kirin.
Ev bû heyama bêtirî du hefteyan xwepêşandan li bajarên başûrê Iraqê, li dijî nebûna av û karebeyê berdewam in û heya niha 15 xwepêşander hatine kuştin û bisedan jî birîndar bûne û hejmareke mezin jî hatiye desteserkirin.
N.O