K24 dîmenên êrîşa li ser Parêzgariya Hewlêrê belav dike

Îro êrîşeke çekdarî li ser Parêzgariya Hewlêrê pêk hat û di encamê de fermanberekî parêzgehê şehîd bû, 5 karmendên ewlehiyê birîndar bûn û her sê êrîşkar hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro êrîşeke çekdarî li ser Parêzgariya Hewlêrê pêk hat û di encamê de fermanberekî parêzgehê şehîd bû, 5 karmendên ewlehiyê birîndar bûn û her sê êrîşkar hatin kuştin.

Li gor lêkolînên destpêkê yên Dijeterora Herêma Kurdistanê, ew sê çekdarên ku îro serê sibê êrîş kirin ser avahiya parêzgeriya Hewlêrê û di pevçûna li gel hêzên ewlehiyê de hatine kuştin, hemwelatiyên herêma Kurdistanê ne û rûniştvanên bajarê Hewlêrê, taxa Qelata Nû ne.

Navên wan wiha ye; Rehêl Mihemed Rustem Musa jidayîkbûnê sala 2002an e. Bîlal Silêman Ebdulrehman Ehmed jidayîkbûnê sala 2000î ye. Ebdulrehman Rehîm Qadir Husên jidayîkbûnê sala 2002an e.

Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî di konferanseke rojnamevanî li pêş avahiya Parêzgariya Hewlêrê de ragihand, her sê êrîşker hatin kuştin û hêza polîs rewş kontrol kirine û niha rewş aram e.