HRW: Hêzên ewlehiya Iraqê bi mebest teqe li xwepêşanderan kirine
K24 - Navenda Nûçeyan
Rêxistina Humen Rights Watch ragihand, hêzên ewlehiya Iraqê tometbar dike, ku bi mebest teqe li xwepêşanderan kirine û gellek ji wan jî eşkence dane û hejmareke xwepêşander desteser kirine, bi armanca ku xwepêşandanan li başûr û navenda Iraqê bidawî bînin.
Li gorî raporeke wê rêxistinê, di nava du hefteyên derbasbûyî de, bi taybetî di xwepêşandanên bajarê Besra de, hêzên ewlehiyê û hêzên taybet ên wezareta navxwe, hêz li dijî xwepêşanderan bikar anîne bi mebesta ku xwepêşandanan bidawî bînin.
Heman rêxistinê tekez kir, ku tenê li bajarê Besra, sê xwepêşander bi gulleyên hêzên ewlehiyê hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.
N.O