Trump: Helwêstên ciddî dê li hember Tirkiye hebin

Trump destnîşan kir: “Amerika beramberî Tirkiye, girêdayî rewşa girtî ya dûvûdirêj ê mirovê mêzin ê cîhana Kiristiyan û mirovê nimûneyî Qeşe Andrew Brundson, dê dorpêçên berfereh bigre ber. Ev mirovê bawermend demildest dive bê serbest berdan”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerikayê Donald Trump bi rêya twitter a xwe, liser berdewamiya rewşa girtî ya zindaniyê malê ya qeşeyê Amerikî Andrew Brunson, gotinên tund hemberî Tirkiye bikar anîn.

Trump destnîşan kir: “Amerika beramberî Tirkiye, girêdayî rewşa girtî ya dûvûdirêj ê mirovê mêzin ê cîhana Kiristiyan û mirovê nimûneyî Qeşe Andrew Brundson, dê dorpêçên berfereh bigre ber. Ev mirovê bawermend demildest dive bê serbest berdan”.

Herweha her îro Cîgirê Serokê Amerikayê Mike Pence di twitter a xwe de diyar kiribû: “Peyamek min ji Serokomarê Tirkiye Erdogan û desthilata Tirkiye re liser nave Serokê Amerika heye. Qeşe Andrew Brunson demildest serbest berdin, na xwe amadeyî encamên wê bibin.Ger Tirkiye vî bawermendê bêtewan yekser serbest bernede, ku were mala xwe li Amerikayê, dê Amerika kiryarên giran hemberî Tirkiye lidar bixe!”

Ji aliyê xwe ve Komisyona Derve ya Senat a Amerikayê jî, yasaya lawazkirina bidestxistina krediyan a Tirkiye pejirand.

Piştî van daxûyaniyên birêvebirên Amerikayê Wezîrê derve yê Tirkiye Mewlud Çavuşoglu hate deng û diyarkir: “Kes nikare dîtina xwe liser me bisepîne û ferz bike. Em gefê qebûl nakin”.

Peyvdarê Serokomariyê Ibrahim Kalin jî daxûyaniyek da: “Daxûyaniyên desthilata Amerika hemberî hevkarek xwe yê NATOyê û zimanê gefê nayê qebul kirin”

 

 

 

C.B