Fuat Oktay: Zikê me têrî gefên erzan e

Cîgirê Serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay liser account a xwe ya twitterê bersîva gefên Amerika yên beramberî Tirkiye da û gotinên tund ên desthilata Amerîkî, wekî gefên erzan binav kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokomarê Tirkiyê Fuat Oktay liser account a xwe ya twitterê bersîva gefên Amerika yên beramberî Tirkiye da û gotinên tund ên desthilata Amerîkî,  wekî gefên erzan binav kir.

Oktay, aloziya di navbeyna Amerika û Tirkiye de girêdayî rewşa keşeyê Amerikî Andrew Brunson rû dayî, bi babetek dadweriyê ve girêda.

Oktay weha nivîsî: “Tirkiye welatek dadweriyê ye. Her kes ligor yasayan serderî ligel tê kirin. Gefên erzan bandore li me nakin. Hevkarên me yên Amerikî divê rêzê li dadweriya Tirkiye bigrin”.

 

 

C.B