Iraq li pêş xwepêşandanên nû ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Roja Îniyê li heft Parêzgehên Îraqê xwepêşandan tên lidar xistin.
Wek berdewamiya nerazîbûnên Başûrê Îraqê li dijî nebûna xizmetguzariyan, biryar e îro li heft parêzgehên Iraqê xwepêşandan birêve biçin.
Ew parêzgeh jî ev in, Bexda, Besre, Kerbela, Mîsan, Zîqar, Necef û Musenna.
Nêzîkî sê hefteyan e welatiyên Başûrê Iraqê bi giştî û bajarê Besre bi taybetî xwepêşandanan li dijî nebûna xizmetguzariyan encam didin û heta niha jî hikûmetê bersiva hemû daxwaziyên wan neda ye.
C.B