Şandeke MSDê serdana Şamê dike

Şandeke Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ji danûstandinan bi rêjîma Sûriyê re bike gihîşt Şama paytext.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ji danûstandinan bi rêjîma Sûriyê re bike gihîşt Şama paytext.

Li gor medyaya nêzîkî hikûmeta Sûriyê, şande bi serokatiya Seroka Desteya Cibicîkar a MSD Îlham Ehemd e û endametiya Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan û 3 berpirsên din ên Bakurê Sûriyê pêk tê.   

Di daxuyaniyekê ji “RT”a Rûsî re, Îlham Ehmed got, hatina wê şandê bo Şamê ew e, ku danûstandinan bi rêjîma Sûriyê re di warê siyasî û leşkerî de bike.

Serdana vê şanda MSDê di demekê de ye, ji nêzîkî mehekê ve ye berpirsên MSD, TEV-DEM, PYDê radigihînin ku ew amade ne bê merc danûstandinan bi rêjîma Sûriyê re bikin.

Di demên dawî de hat ragihandin ku hin civîn di navbera berpirsên Bakurê Sûriyê û rêjîma Sûriyê de li Şam û Qamişlo hatin kirin û li ser vegera rêjîma Sûriyê bo hin deverên Rojavayê Kurdistanê de lehev kirine, lê ev yek ji aliyê berpirsên Bakurê Sûriyê de dihat redkirin.

 

S. B