Yildirim: Divê Amerîka dest ji gefxwarinên erzan berde

Serokê Parlementoya Tirkiyeyê Bînalî Yildirim ragihand, gefên Amerîkayê çi bandorê li Tirkiyeyê nake.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Parlementoya Tirkiyeyê Bînalî Yildirim ragihand, gefên Amerîkayê çi bandorê li Tirkiyeyê nake.

Bînalî Yildirim di derbarê Krîza Tirkiye û Amerîkayê de bersiva pirsên rojnamevanan da û got, divê Amerîka dest ji gefxwarinên erzan berde. Ger Amerîka dewleteke hikûqê be, Tirkiye jî dewleteke hikûqê ye. Divê Amerîka rêzê ji yasayên Tirkiyê re bigire û gefên Amerîkayê çi bandorê li Tirkiyeyê nake.

Binalî Yildirim got jî, Amerîka berî gefan li dijî Tirkiyê bixwe, divê jibîr neke ku tawanbarê sereke yê hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê li Amerîkayê tê parastin.

Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson bi tometa endametiya rêxistina Fethulah Gulan û beşdarî hewla derbeya 15ê Tîrmeha 2016an bûye li Tirkiyê hatibû zîndanîkirin.

Li ser vê yekê jî Serokê Amerîkayê Donald Trump û cigîrê wî Mike Pence gotibûn ew dê dorpêçeke tund li dijî Tirkiyê bikar bînin û divê welatiyê wan di zûtirîn dem de were azadkirin.

 

S. B