Piştî du salan.. Çêrokên teqîna Qamişlo

Di 27 tîrmeha sala 2016an de ku li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo barhilgireke dirêj xwe di nava mal û dukanên sivîlan de teqand û di encamê de bi dehan ji welatiyan canê xwe jidest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Piştî 2 salan wênegirekî ku yek ji dîdevanên pêşî ên teqînê bû, wê rojê bi bîra xwe tîne.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Di 27 tîrmeha sala 2016an de ku li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo barhilgireke dirêj xwe di nava mal û dukanên sivîlan de teqand û di encamê de bi dehan ji welatiyan canê xwe jidest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Piştî 2 salan wênegirekî ku yek ji dîdevanên pêşî ên teqînê bû, wê rojê bi bîra xwe tîne.

Cûdî Artêş wênegirê ku di dezgeheke ragihandinê de li bajarê Qamişlo kar dike, di duyemîn salvegera teqîna taxa Xerbî ya li bajarê Qamişlo bi kişandina hin wêneyên şûnewarên teqînê wê roja reş li bîra xwe tîne.

Wekî vê rojê berî 2 salan dema ku Cûdî di xwest herê karê xwe yê ku nêzîkî cihê teqînê bû, dibêje ku bi dengê teqîneke herî bi hêz, wî rahişte kamîreya xwe û ber bi cihê teqînê ve çû û ew yek ji wan kesên pêşî bû ku gihişte cihê teqînê, lê mezinbûn û tundiya bûyerê û hijmara gelek ji qurbaniyan, Cûdî dibêje ku ji alîkî ve wêne dikşandin û alîkî din ve jî alîkariya birînadaran dikir.

Berî 2 salan vê avahiya mezin ku bi roj, meh û salan hatibû avakirin, xewnên 4 malbatan dihûnandin, sê bira li gel hevjînên wan û dayik û xwişka wan, lê barhilgira teqîner di yek xulekê de ewqas xewn herifandin, ne tenê hêlîna xewnan wêran kir, lê belê sê bûkên malê ku yek ji wan hevjîna Dara bû û birayekî wî jî di teqînê de jiyana xwe ji dest dan.

Dayik û xwişka Dara jî ji wê rojê ve li erdê mane û tevî ku di xaniyekê kirê de nêzîkî mala xwe ya wêrankirî dijîn, lê dayika Dara û ji ber tunebûna karînên wan, nikarin kursiyeke kêmendaman bikirin ji heyama 2 salan ve ji derveyî malê nedîtiye.

Di 27 tîrmeha sala 2016an de barhilgireke dirêj xwe li taxa xerbî nêzîkî mizgefta Qasimo teqand û di encamê de zêdeyî 60 welatiyan canê xwe ji dest dan û nêzî 180 kes jî birîndar bûn. Herweha zêdeyî 100 mal û dukanên deverê jî hatine herifandin.

Piştî 2 salan xelkên taxê gazinan dikin ku ti alîkariyên li gorî mezinbûna bûyerê bi wan re nehatine kirin û qerebokirina malên wêrankirî jî ne li gorî asta pêwîst bû.