Bereya Yekgirtî a Kurdî: Metirsî li ser Rojhilatê Kurdistanê hene

Bereya Yekgirtî a Kurdî tekez kir, ku pêwîst e xelk bi hişyarî û hevgirtin rastî rewşê bên, daku ew guhertinên dahatî derfet bin neku gef bin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Bereya Yekgirtî ya Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê ragihand, ku pîlanên gellekî metirsîdar, ji bo sepandina tevliheviyê û şer û wêraniyê û kêmkirina dengê xelkê tên kirin û hin alî dixwazin piraniya ziyanan gelê Kurd bide.

Encûmena Navendî ya Bereya Yekgirtî a Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê, di daxuyaniyekê de eşkere kir, ku di heyama du mehên derbasbûyî de, di bin fişara dezgehên emnî de, wan çar caran cihê civînên xwe guherandine heya ku karîn di dawiyê de bicivin.

Di daxuaniyê de, Bereya Yekgirtî a Kurdî hişyarî daye xelkê Rojhilatê Kurdistanê, ku hin kes dixwazin di dema çêbûna her guhertinekê de, piraniya tevahiya ziyanan, di stiwê gelê Kurd û Kurdistanê de be.

Bereya Yekgirtî a Kurdî tekez kir, ku pêwîst e xelk bi hişyarî û hevgirtin rastî rewşê bên, daku ew guhertinên dahatî derfet bin neku gef bin.

N.O