Ebadî wezîrê kareba Iraqê ji kar rawestand
K24 - Navenda Nûçeyan
Bi sedema xirabiya rewşa karebê û derketina xwepêşandanan li bajarên başûr û navenda Iraqê, Heyder Ebadî ferman da, ku wezîrê kareba Iraqê (Qasim Fehdewî) ji kar bê rawestandin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, li ser Twitter a xwe nivîsiye: Biryara rawestandina Qasim Fehdawî berdewam dibe heya ku lêkolîn derbarê wî bidawî bên.
Ji piştî sala 2003an ve û heya niha, Hikûmeta Iraqê bi milyaran dolar li ser karta karebê xerckiriye, lê bi sedema gendeliyê û diziya pereyên giştî, rewşa karebê gellekî xirab e.
Herwiha xirabiya rewşa karebê li Iraqê, yek ji sedemên serekî yên derketina xwepêşandanan e li başûrê Iraqê, ku ev bû bêtirî 20 rojan ew xwepêşandan berdewam in.
N.O