Şanda MSDê ji Şamê vegeriya, çi bi xwe re anî?

Şanda MSD ji Şamê vegeriya û gihişt Rojavayê Kurdistanê, ew jî piştî gerekê ji danûstandinan di navbera wan û rêjîma Sûriyê de, MSD ev ger bi erênî nirxand û got, di demên bê de dê komîteyên hevbeş çê bibin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Şanda MSD ji Şamê vegeriya û gihişt Rojavayê Kurdistanê, ew jî piştî gerekê ji danûstandinan di navbera wan û rêjîma Sûriyê de, MSD ev ger bi erênî nirxand û got, di demên bê de dê komîteyên hevbeş çê bibin.

Şanda Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ji Şama paytext vedgere Rojavayê Kurdistanê piştî hevdîtineke fermî bi hikûmeta Sûriyê re kir, ev yek tê wek gavek despêkî ji danûstandinan piştî lidarxistina kongirê sêyemîn yê MSD. Hevserokaiya MSD dide zanîn pêwîstiya vê gavê ew e ku diyalogeke Sûrî - Sûrî çê bibe û çareserkirina krîza Sûriyê li ser xaka wê bibe, nemaze ku diyalog û danûstandinan ser encamên kongirê MSD ne. MSD bi erênî vê serdanê dinirxîne û dibêje, dê komîteyên hevbeş di navbera herdu aliyan çê bibin, nemaze di warê û birêvebirina saziyên xizmetguzariyê de û heye bi berdewamiya van danûstandinan gavin hevbeş di warê siyasî û leşkerî de jî çê bibin.

Hevseroka MSDê Emîna Omer li ser çûna şandê bo Şamê ji K24ê re wiha axivî: “Piştî civînan daxuyaniyek hat belavkirin, di wê daxuyaniyê de jî hat dê komît di hemû waran de werin avakirin, belkî yê xizmetguzariyê, siyasî û leşkerî hebin. Di demên pêş de em binêrin ka çiqas dem ji bo komîteyan tên xwastin, her rêveberiyê dê komîtên xwe çê bike, yan dê komît giştî bin.”

Gera yekem ji van danûstandinan bi dawî bû û pêşbîn e berdewam bibin, heger avakirina komîteyan bi awayekî serkeftî bi rê ve çû. Lê hîn asta cidiyeta rêjîma di van danûstandinan de ne diyar e wek TEV-DEM dibêje û diyar dike ku pêwîst e rêjîm şêweyê dilayogê û rêrbazên xwe biguhere, ji ber ku rêjîm bi mêjiyê berê li tevahiya Sûriyê nayê erêkirin û ev yek dê bandorê li danûstandinan bike.
Endamê Desteya Têkiliyên Tev-Demê Salih Muslim ji K24ê re got: “Ta niha em ne bibawer in ku rêjîma Sûriyê cidî ye di xwastekên xwe de, kî li pişta wê ye kî ne li pişta wê ye ew ji me re ne gerek e. Tiştê ji me re gerek ew zihnyetê rêjîmê ji me re çi ye. Dixwaze bila Amerîka, Rûsya yan hêzên navdewletî bin, ew dibêjin ku çareserî gelê Sûriyê bixwe dê biryara wê bide. Herwiha rêjîm bi awayê xwe yê ber li Sûriyê namîne, li Sûriyê bi tevahî nayê qebûlkirin. Divê rêjîm zihniyet û rê û rêbazên xwe biguhêre.”

Dibe ku danûstandin di navbera herdu aliyan de demeke dirêj berdewam bikin, lê hin çavdêr û şopîner dibênin ku ta niha rêjîma Sûriyê bi mêjiyê ewlehî û bi hêzê nêzîkî mijara danûstandinan dibe, di demekê de piştî kontrolkirina wê ji tevahiya başûrê Sûriyê re, lê MSD dibîne ku çareserkirina krîza Sûriyê tenê dê bi diyalogê be û li hemberî çi destêwerdanên leşkerî dê bê bersiv nemîne.