Artêşa Sûryê ji Çiyayê Kurdan ve rojavayê Idlibê topbaran dike

Li gorî ajansa Sputnik a Rûsî, Artêşa Sûryê ji aliyê Çiyayê Kurdan ve, bi çekên giran gundewarê rojavayê Idlibê bigiranî topbaran dike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî ajansa Sputnik a Rûsî, Artêşa Sûryê ji aliyê Çiyayê Kurdan ve, bi çekên giran gundewarê rojavayê Idlibê bigiranî topbaran dike.

Li gorî heman ajansê, operasyonê di qunaxa yekem de, her yek ji bajarokên Bidama, Encayê û Xan Şêxûn li başûrê Idlibê bordûman kirin.

Piştî ku hêzên rêjîma Sûryê beşê herî mezin ji başûrê wî welatî kontrol kir, niha rêjîma Esed amadekariyan ji bo kontrolkirina Idlibê dike.

Ji aliyê xwe ve, hevserokê TEVDEMê (Aldar Xelîl) berî niha ragihand, ku ew amade ne, li kêleka hêzên rêjîmê beşdariyê di operasyona kontrolkirina parêzgeha Idlibê de bikin û got: Ew parêzgeh ji aliyê çekdarên ku Tirkiyê piştevaniya wan dike, hatiye dagîrkirin û ji erkê me ye wek welatiyên Sûrî ku em wê parêzgehê ji wan çekdaran rizgar bikin.

Îro jî endamê Desteya Dîplomasî ya TEVDEMê (Salih Mislim) ji K24ê re got: Çi aliyek be heger mercên siyasî li ser me ferz neke û me çete nebîne, emê li kêleka wî şerê terorê bikin. 

N.O