Li Bexdayê Nêçîrvan Barzanî li gel Heyder Ebadî civiya
K24 - Navenda Nûçeyan
Nivîsgeha serokwezîrê Iraqê (Heyder Ebadî) di daxuyaniyekê de ragihand, ku îro li Bexdayê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya û rewşa siyasî û serbazî ya Iraqê gotûbêj kirin.
Li gorî daxuyaniyê, herdu aliyan behsa pirs û doseyên hevbeş ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirine û tekezî li ser gotûbêj û karê hevbeş di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin.
Herwiha tekezî li ser hemahengiya bêtir di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de kirin.
Di dawiya daxuyaniyê de hatiye, ku nerînên herdu aliyan li ser çarekirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê, nêzîkî hev bûn.
N.O