Îran mercan li pêşya danûstendinan li gel Amerîka datîne

Şêwirmendê Serokê Îranê: Divê Amerîka rêzê li gelê mezin ê Îranê bigire, karên dijminkarî kêm bike û li rêketina etomî vegere.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Serokê Îranê (Hemîd Ebutalibî) ragihand, mercên Taranê hene heya ku danûstendinan bi Amerîka re bike û yek ji wan jî divê Washington li rêketina etomî vegere.

Duh serokê Amerîka Donald Trump, di kongirekî rojnamevanî hevbeş de li gel serokwezîrê Îtalya (Giuseppe Conte) li Koşka Sipî got: Ez karim li gel her kesî bicivim, baweriya min bi civîn û hevdîtinan heye, bi taybetî di wan rewşan de, ku gefa pêketina cengê hebe.

Trump got jî: Helbet heger berpirsên Îranî bixwazin, ezê li gel wan bicivim, lê nabe ti mercên pêşwext ji bo encamdana civînan hebin.

Di bersiva xwe de li ser vê daxuyaniya Trump, şêwirmendê Serokê Îranê (Hemîd Ebutalibî) li ser Twitter a xwe nivîsiye, ku mercên Îranê hene heya ku civînan li gel Amerîka destpê bike, ji wan jî: Divê Amerîka rêzê li gelê mezin ê Îranê bigire, karên dijminkarî kêm bike û li rêketina etomî vegere.

Di çend rojên derbasbûyî de, nakokiyên Amerîka û Îranê gihiştin evrayê û heger Amerîka li gorî pilana xwe sizayan û dorpêçê li ser Îranê bisepîne, wê rewşa abûrî li Îranê bi temamî biherife û bi wê yekê wê Hikûmeta Îranê têkeve metirsiyeke mezin de.

N.O