Unal: Tirkiye stûyê xwe liber Amerika natewîne

Peyvdarê AK Partî Mahîr Unal, beşdarî kanaleke Tirkiyê bû û da xuyakirin, ew bi tu awayê zimanê tund yê Amerîkayê qebûl nakin...

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê AK Partiyê dibêje, Amerîka hewl daye ku ji PKK hêzeke mîlîşeyî dirust bike û eger Amerîka dorpêçiyê deyne ser Tirkiyê dê pêwendiyên her du aliyan zererên mezin bibînin.

Peyvdarê AK Partî Mahîr Unal, beşdarî kanaleke Tirkiyê bû û da xuyakirin, ew bi tu awayê zimanê tund yê Amerîkayê qebûl nakin û Tirkiye stoyê xwe hember wan xwar nake. Da zanîn, Tirkiye di çarçoveya hevpeymaniya NATOyê hemû erk û sozên xwe bicîh anîne, lê ew qebûl nakin Amerîka li ser twîtterê gef li Tirkiyê bixwe.

Unal got, digel ku wah hemû birpirsiyariyên xwe bicîhanîne, Amerîka hewl daye liser sînorê wan ji PKK hêzên mîlîşeyî dirust bike û niha jî jiber Keşe Brunson gef li Tirkiyê dixwe. Da xuyakirin, bi twîtek dibêjin ewê ji Sûriyê vekişin, bi twîteke din ret dikin. Her weha derbarê Minbicê de jî siyaseta wan nezelal e.

 

 

 C.B