Tirkiyê pêkanîna bereyeke berferh li Idlibê ragihand

Bi gefên Serokê Sûriyê Beşar Esed a êrîşa li ser Idlibê re, grûpên çekdar ên li Idlibê di bin navê “Bereya Niştimanî bo Rizgarkirinê” de yekbûna xwe radigihînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi gefên Serokê Sûriyê Beşar Esed a êrîşa li ser Idlibê re, grûpên çekdar ên li Idlibê di bin navê “Bereya Niştimanî bo Rizgarkirinê” de yekbûna xwe radigihînin.

Duhî her yek ji Bereya Rizgarkirina Sûriyê, Artêşa Ehrar, Elwiyêt Siqor Şam û Kombûna Şamê, di bi navê “Bereya Niştimanî bo Rizgarkirinê” yekbûna xwe ragihandin.

Hin şopîneran da zanîn, ku ragihandina vê bereyê bi hevahengiya ligel Tirkiyê hatiye.

Pêkanîna vê bereyê di demekê de ye, berî niha Serokê Sûriyê Beşar Esed gotibû, piştî Der'ayê, armanca wan Idlib e.

li hemberê jî, Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê bo karûbarên Sûriyê Alexander Lavrentiev piştî civîna Astana-10 a li bajarê Soçi yê Rûsyayê got, di dema niha de ti êrîş li ser Idlibê nabe.

Lavrentiev got jî, ew bi hêvî ne ku opozîsyona miyanrew û Tirkiyê hevahengiyê bikin û erka parastina ewlehiyê li Idlibê bigirin ser xwe, ji ber gefa ji wê herêmê tê, hîna mezin e.

Berî çend rojan jêderekî ji opozîsyona Sûriyê ragihandibû, bo rûbirûbûna êrîşa çaverêkirî ya artêşa Sûriyê, grûpên li Idlibê amadekariya avakirina artêşeke nû ji 75 hezar leşkeran pêk were, didin.

 

S. B