Mikurhatina terorîstan
K24 – Navenda Nûçeyan
Civata Asayişa Herêma Kurdistanê radighîne piştî êrîşa ser avahiya Parêzgeha Hewlêrê tîma wan dest bi lêkolînê kirin û endamekî din, ku destê wî di wê êrîşê de hebû girtin.
Plander û cîbicîkarê vê kiryarê pênc kes bûn, ku navên wan ev in: Ebdulrehman Rehîm, Bîlal Silêman, Rehêl Mihemed, Mihemed Cebar, û Mihemed Şêrzad û bi hevkarî û handana pêşwext a Mele Ismaîl Soseyî.
Civata Asayişa Herêma Kurdistanê eşkere kir ku, Mele Ismaîl du caran beyˈtî daye DAIŞê û zanyariyên sîxurî li ser hêzên Pêşmerge daye DAIŞê.
C.B