Nêçîrvan Barzanî: Başkirina rewşa Êzdiyan erkekî hevbeş gişalî ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê: Emê berdewam bin li ser rizgarîkirina wan welatiyên Êzdî ku hatine revandin yan nebedî bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, peyamek bi helkefta salvegera komkujî û revandina bi hezaran Kurdên Êzdî ji aliyê DAIŞÊ ve  belav kir û têde pistgirî û giringîdana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Êzdiyan tekez kir.

Di peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de hatiye: Emê berdewam bin li ser rizgarîkirina wan welatiyên Êzdî ku hatine revandin yan nebedî bûne.

Nêçîrvan Barzanî tekeziyê li ser berdewamiya bizavên Hikûmetê ji bo başkirina rewşa Êzdiyan dike û dibêje: Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li gorî karînên xwe, bizava başkirina jiyana meşextên devera Şingalê dike, ku ev çend sal in di rewşeke nexweş ya meşextiyê de dijîn.

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: Belgehên temam hene, daku Hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî, bi biryareke taybet, li cînosayda Êzdiyan mikur bên.

N.O