Erdogan: Hêvî dikin hevkariya Tirkiye-Amerika li Minbic bidome

Erdogan: Hevkariya me û Amerîka ya derbarê Minbicê de, hêvî dikin ji pirsgirêkên din yên navbera me bibandor nebin û berdewam bikin

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan da xuyakirin, di heyama sed rojan de hejmara kesên ji Tirkiyê vegerîn deverên Ewle yên Sûriyê dê bigihîje 250 hezar kesan  û bi rêkeftina Minbicê jî dê gelek kes vegerin wê derê jî. Erdogan li Enqerê bernameya sed rojan a hikûmeta xwe aşkera kir.

Receb Tayîb Erdogan - Serokomarê Tirkiyê, got:

"… Divê demê de hejmara kesên ku vegerin deverên ewle yên Sûriyê we bigihîje 250 hezar kesan. Hevkariya me û Amerîka ya derbarê Minbicê de,  hêvî dikin ji pirsgirêkên din yên navbera me bibandor nebin û  berdewam bikin. Bi pêşketina van xebatan hejmareke zêde ya penaberan dê vegerin Minbicê jî.

Di çarçoveya pêşxistina pêwendiyên Tirkiye û Iraqê de, emê li Mûsil û Besreyê di heyama 100 rojan de careke din serkonsulxaneyên xwe vekin. Bo misyona NATO ya li Iraqê jî, ji Tirkiyê Cîgirekî Fermandar tê erkdarkirin."

 

 

C.B