Serok Barzanî: Êzdî çavkaniya şanaziyê ji bo gelê Kurd in

Serok Barzanî bi helkefta 4 saliya Jenosayda Kurdên Êzdî li Şingalê peyamek belavkir û ragihand, Êzdî çavkaniyê şanaziyê ji bo gelê Kurd li tevayiya cîhanê ne

K24 - Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî bi helkefta 4 saliya Jenosayda Kurdên Êzdî li Şingalê peyamek belavkir û ragihand, Êzdî çavkaniyê şanaziyê ji bo gelê Kurd li tevayiya cîhanê ne.

Serok Barzanî di peyamekê de li hejmara xweya taybet li tora civakî ya twitterê nivîsandîye, ji blî silav kirin li Pêşmerge, Xwişk û brayên Êzdî beşekê danebiriyê yê Civata Kurdî ne, û çavkaniyê şanaziyê ji bo gelê Kurd in, li her cihekî cîhanê be.

Beriya 4 salan DAIŞ êrîşî Şingalê û hin navçeyên din yên Kurdistanê kir û bi hezaran Kurdên Êzdî jenosayd kirin. Piştî salekê ji dagîrkariyê, Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê Şingal rizgarkirin û heya niha bêtirî 3 hezar Kurdên Êzdî ji destê DAIŞ hatine rizgarkirin.

 

 

 

C.B