Hikumeta Kurdistanê: Kurdên Êzdî rastî jenosaydê hatin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike, ji bo jenosayd nasandina komkûjiyên Kurdên Êzdî belgeyên zêde di destê wê de heye

K24 - Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike, ji bo jenosayd nasandina komkûjiyên Kurdên Êzdî belgeyên zêde di destê wê de heye û divê Civaka Navdewletî di vê derbarê de rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê bilind binirxîne.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka Beyan Samî Ebdûlrehman di 4emîn salvegera Jenosayda Kurdên Êzdî de, di panêlekê de li Waşington got, devera Şingalê nehatiye avedan kirin. Got jî, pêwîst e kar ji bo dûbare vegera awareyan bê kirin, û kar ji bo jenosayd nasandina komkûjiya Kurdên Êzdî bê kirin.

Îro 4 sal bi ser Jenosayda hemberî Kurdên Êzdî, ji aliyê rêxistina terorî DAIŞ ve li devera Şingalê rû da.

 

 

C.B