Beyan Samî: Me gelek belge bo jenosidnasandina komkujiya Kurdên Êzidî kom kirine

Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike, gelek belge derbarê jenosidnasandina komkujiya Kurdên Êzidî li ber destê wê ye û divê civaka navdewletî di wî warî de jî rola hikûmeta Herêma Kurdistanê li ber çav bigire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike, gelek belge derbarê jenosidnasandina komkujiya Kurdên Êzidî li ber destê wê ye û divê civaka navdewletî di wî warî de jî rola hikûmeta Herêma Kurdistanê li ber çav bigire.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka Beyan Samî Ebdilrehman di çaremîn salvegera jenosida Kurdên Êzidî de li Washingtonê di panelekê de got, ta niha devera Şingalê nehatiye avedankirin. Divê ew navçe ji çek û bombeyan bê pakirin, da ku xelkê bikaribe vegere navçeyên xwe.”

Herwiha got: “Em piştevaniyê li projebiryara Netewên Yekgirtî û Encûmena Asayişa Navdewletî dikin, bo DAIŞê di ber wê komkujiyê de berpirsyar bibîne û hikûmeta Herêma Kurdistanê pabend e bi hevkariya wan tîman re, lê divê hikûmeta Herêma Kurdistanê jî beşdarî prose û guftûgoyên komkirina belgename û dariştina yasayan de be.”

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka got jî: “Me gelek belge komkirine, gelek rizgarbûyên Êzidiyan li Herêma Kurdistanê ne û gelek tawanbarên terorê jî di zîndanên Herêma Kurdistanê de ne, ji ber wê nabe hikûmeta Herêma Kurdistanê ji wê proseyê bê dûrxistin.”

Beriya 4 salan DAIŞ êrîşî Şingalê û hin navçeyên din yên Kurdistanê kir û bi hezaran Kurdên Êzdî jenosayd kirin. Piştî salekê ji dagîrkariyê, Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê Şingal rizgar kirin û heya niha bêtirî 3 hezar Kurdên Êzdî ji destê DAIŞ hatine rizgarkirin.

 

S. B