Îlham Ehemd: Çavê me li “Nenavendiyê” ye

Hevseroka Cibicîkar a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) baskê siyasî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Îlham Ehmed dibêje: “Nenavendî çareseriya rastir e bo rizgarkirina Sûriyê.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka Cibicîkar a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) baskê siyasî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Îlham Ehmed dibêje: “Nenavendî çareseriya rastir e bo rizgarkirina Sûriyê.”

Îlham Ehmed ji kenala “RT” re got: “Ew hevdîtina me bi hikûmeta Sûriyê re ya yekem bû û me xwast bizanin çendî Şam amade ye guftûgo û danûstandinê ji bo çareserkirina krîza Sûriyê bi tevahî bike.”

Herwiha got: “Hevdîtin li ser vexwandina hikûmeta Sûriyê bû û hejmarek ji dosyeyan hatin guftûgokirin, ji wan dosyeya destûrî û xizmetguzariyê bûn.”

Îlham Ehmed amaje bi wê kir: “Me bi Şamê re li ser pêkanîna komîteyên hevbeş lihev kir, bo pirsên girêdayî bi sîstema hikûmranî û rêvebirina navçeyên Sûriyê û bi taybet navçeyên di bin destê me de behs bikin û me ti redkirin ji aliyê hikûmetê ve derbarê Rêveberiya Xweser a ji navçeyên Kurdî re nedît.”

Hevseroka Cibicîkar a MSDê tekez kir, di hevdîtinan de bi ti awayekî behsa dosya emnî nehat kirin û nûnerên piraniya aliyên di Rêveberiya Xweser de beşdar in di guftûgoyan de hebûn.

Got jî, “Pirsa radestkirina navçeyên di bin kontrola me de nehat guftûgokirin û piraniya pirsên di hevdîtina yekem de hatine guftûgokirin, dê di qonaxên bê de bêne gengeşekirin, bi taybet mafên gelê Kurd û pêkhateyên din di Sûriyê de.”

Îlham Ehmed daxwaz ji Rûsyayê kir destêwerdan û seraskirina rewşa Efrînê bike û got: “Bi deh hezaran xelkê Efrînê derbider bûne û divê pirsa Efrînê bi derxistina hêzên Tirkî bê çareserkirin. Em naxwazin Efrîn bibe Lîwa Iskenderon a nû.”

Roja 26ê Tîrmehê şandeke Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi serokatiya Seroka Desteya Cibicîkar a MSD Îlham Ehemd û endametiya Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan û 3 berpirsên din ên Bakurê Sûriyê serdana Şamê kiribûn.

Di wê derbarê de jî, parlemanterê Kurd ê di parlemantoya Sûriyê de Omer Osê berî çend rojan ji K24ê re aşkere kiribû, “Şanda MSDê li Şamê bi Berpirsê Nivîsgeha Ewlehiya Niştimanî Lîwa Elî Memlok û şêwirmendên wî re civiyabû.

 

S. B