YNK hevlingê Mam Celal bo Serokomartiya Iraqê diyar dike

Encûmena Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hevlingekî Mam Celal dike namzetê posta Serokomarê Iraqê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hevlingekî Mam Celal dike namzetê posta Serokomarê Iraqê.

Medyaya fermî ya YNKê li ser zarê parlemanterê Kurdistanê ji firaksyona Kesk aşkere kir, Dr. Mihemed Sabîr Îsmaîl namzetê fermî yê Encûmena Navendî ya YNKê bo posta Serokomarê Iraqê ye.

Her çend e, berî demekê dengoyê wê yekê hebû, ku YNKê hevlingê din ê Mam Celal Letîf Reşîd bo namzetiya Serokomarê Iraqê diyar kiriye, lê medyaya YNKê diyar kir, Encûmena Navendî ya YNKê ji roja 27ê Gulana bûrî ve Dr. Mihemed Sabîr bo wê postê kiriye namzet, heger ew post jib o YNKê bê dayîn.

Hevlingê Mam Celal Dr. Mihemed Sabîr hevjînê Hetaw Îbrahîm Ehmed e, çend salan Balyozê Iraqê li welatê Çîn bû. Herwiha çend salan jî nûnûrê YNKê û hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransa û Amerîkayê bû.

 

S. B