Li Iraqê îro xwepêşandan û mangirtin dest pê dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro xwepêşandan û mangirtin li Bexda, Besra, Necef û bajarên din yên başûrê û naverasta Iraqê dest pê kirin.
Komîta Hevhanengiyê ya Xwepêşandanan li Besra û Necef ragihand, wek armanca temamkirina xwepêşandanên roja Înê, îro li tevahiya bajarên wek Besra, Bexda û Necef xwepêşandan ji bo nebûna xizmetguzariyê û xemsariya hikûmetê ya cibicîkirina sozên xwe, dest pê dikin.
Diyar kir jî, xwepêşandan berdewam dibin, ta dema hikûmet bi awayekî rasteqîne daxwazên xwepêşanderan cibicî dike û xizmetguzariyên pêwîst û derfetên kar ji tevahiya gencan re peyda dike.
Nêzîkî mehekê ye li bajarên başûr û naverasta Iraqê li dijî nebûna av û kehrebê û bêkariyê xwepêşandanan dest pê kiriye, ji bilî wê jî xwepêşander her diçe daxwaza hilweşandina parlemanto û hikûmetê dikin, lê hikûmeta Iraqê jî bo belavkirina xwepêşanderan hêzê bikar tîne.
S. B