Partiyên Kurdistanî hewla danîna nexşerêyekê didin

Partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê ji bo amadekariyên hilbijartinên şaredariyan hewil didin ku nexşerêyeke hevpar a neteweyî pêk bînin. Di vê çarçoveyê de heta niha 2 civîn hatine lidarxistin û civîna di dorê de jî dê di 17'ê Tebaxa 2018'an de were pêkanîn.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê ji bo amadekariyên hilbijartinên şaredariyan hewil didin ku nexşerêyeke hevpar a neteweyî pêk bînin. Di vê çarçoveyê de heta niha 2 civîn hatine lidarxistin û civîna di dorê de jî dê di 17'ê Tebaxa 2018'an de were pêkanîn.

Partî û rêxistinên Kurdistanî yên wekî Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiyê (PDK-T), Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) , Partiya Azadiya Kurdistan (PAK), PDK-Bakur, Hekerketa Azadî, Partiya Însan û Azadiyê û Partiya Azadî Sosyalîzmê, ji bo ku nexşerêyeke hevpar a hilbijartinên şaredariyan derxin holê, di nav hewildanan de ne û di vê çarçoveyê de heta niha 2 civîn jî hatine kirin û civîna di dorê de jî dê di 17'ê Tebaxa 2018'an de were lidarxistin.

Di derbarê girîngiya hilbijartinên şaredariyan a ji bo Kurdan de Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiyeyê Şerefxan Cizîrî amaje dike, ku hilbijartinên şaredariyan ji bo Kurdan derfeteke stratejîk û pêwîst e.

Şerefxan Cizîrî ji K24ê re wiha axivî: "Li gorî min hilbijartinên şaredariyan ji parlementoyê girîngtirin. Ji ber Ku dema Kurd di hilbijartinên şaredariyan de ser bikevin û di herêma xwe de şaredariyan bi dest bixin dê bikarin xwe rêvebibin. Ev yek jî girîng e."

Partiyên Kurdistanî destnîşan dikin ku di pergala nû ya Tirkiyeyê de girîngiya şaredariyan zêdetir bûye û divê Kurd vê yekê bibînin. Serokê Partiya Azadî û Sosyalîzmê Sînan Çîftyurek jî dibêje; di pergala nû de parlemento qels bûye û ji ber vê yekê bidestxistina şaredariyan pêwîst dibe û ji aliyekî din ve jî ji ber ku qeyraneke aboriyê heye; dibe ku biryara hilbijartineke pêşwext a şaredariyan derkeve holê û ji ber vê yekê jî Partiya Azadî û Sosyalîzmê di civînan de pêşniyazek pêşkêş kiriye.

Sînan Çîftyurek dibêje: "Ji bo xebatên hilbijartinên şaredariyan me pêşniyazek pêşkêşî partiyên Kurdistanî kir. Em dixwazin k udi demeke nêz de derbarê hilbijartinên şaredariyan de komcivînek were li darxistin ku hemu aliyên Kurd tê de beşdar bin. Ji bere ger em nexebitin dê tifaqa Ak Partî û MHP'ê dê çav berdin şaredariyên Kurdan."

Hat zanîn her çiqas Partiya Maf û Azadiyan Hak-Par jî ji bo civînan hatibe vexwendin; Hak-Par beşdarî civînan nebûye û Partiya Demokratîk a Gelan HDP jî li gorî encamên civînê yên pêş, dê were vexwendin. Li gorî yasayên di meriyetê de divê hilbijartinên Şaredariyan di 30'ê Adar a 2019'an de werin lidarxistin; lê îhtîmala hilbijartineke pêşwext jî tê axaftin.