Agirê bazara Hewlêrê hîna nehatiye kontrolkirin

Peyamnêrê K24ê li Hewlêrê da zanîn, hîna agirê bazara Sêbîran a Qeyseriya Hewlêrê nehatiye kontrolkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Hewlêrê da zanîn, hîna agirê bazara Sêbîran a Qeyseriya Hewlêrê nehatiye kontrolkirin.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, tîmên Berevaniya Niştimanî ji şeva bûrî ve li cihê agir in û hewl didin vemirînin, lê ji ber ku piraniya dikanan a qumaş, cil û berg û ciwankariyê ne, zehmetî di kontrolkirina agir de heye.

Şeva bûrî agir bi bazara Qeyserî ya Hewlêr ket û tevî tîmên agirkuj û Berevaniya Niştimî zû gihîştin cihê agir, lê ji ber ku piraniya dikanan a cil û bergan in, agir bi zû belav bû. Ew bazar ku ji 300 dikan pêk tê, agir bi piraniya dikanan ketiye.

Her çend e hin dikandaran ji K24ê re ragihandibûn ku sedema pêketina agir ji ber şortê kehrebê bû, lê berpirsên pilebilind ên Berevaniya Niştimanî ji peyamnêrê K24ê re diyar kir, ta niha sedema pêketina agir nehatiye zanîn û piştî kontrolkirina agir dest bi lêkolînan dikin.  

 

 

S. B