Komgeheke çek û teqemeniyên Heşda Şeibî teqiya
K24 - Navenda Nûçeyan
Li bakurê parêzgeha Kerbela komgeheke çek û teqemeniyan li nav baregeheke ser bi Heşda Şeibî ve teqiya.
Dîdevanan ji Kurdistan24ê re ragihandin ku, ew komgeh di destpêka bajarê Kerbela de li ser riya Bexdayê ye û bi sedema teqînê agir bi komgehê ket.
Hat ragihandn, ku riya sereke di navbera Kerbela û Bexdayê de hatiye girtin, lê heya niha ti zanyarî derbarê ziyanên teqînê eşkere nebûne.
Şevê din li nêzîkî bajarê Hewlêrê jî, komgeheke çek û teqemeniyan, di bûyereke hevşêwaz de teqiya.
N.O