Teqîneke mezin li Îtalya çêbû
K24 - Navenda Nûçeyan
Teqîneke mezin li nêzîkî firîngeha Bolonya li welatê Îtalya çêbû û dumana agirê wê bi ezman ve bilind bû.
Li ser wê teqînê, ajansa Sputnik a Rûsî ji ser zimanê polîsê wî bajarî veguhestiye, ku agir bi kemyoneke mezin ket û teqîn ji encama wî agirî çêbû, herwiha çend otombêlên din jî di wê bûyerê de şewitîn.
Heya niha jî hejmara qurbaniyên teqînê nehatiye eşkerekirin.
N.O
Esplosione ora a #Bologna pic.twitter.com/brNqxyJKHp
— amedeo (@amemacula) August 6, 2018