Dema vekirina riya Hewlêr –Kerkûkê aşkere bû

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li ser vekirina riya Hewlêr – Kerkûkê lihev kirin û îro ew rêkeftin kete warê cibicîkirinê û fermandarekî Pêşmerge dema vekirina wê rêyê aşkere dike.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li ser vekirina riya Hewlêr – Kerkûkê lihev kirin û îro ew rêkeftin kete warê cibicîkirinê û fermandarekî Pêşmerge dema vekirina wê rêyê aşkere dike.

Fermandarê Mihwerê Pirdê ya Hêzên Pêşmerge bi wekalet Mihemed Rêgir ji K24ê re ragihand, ji ber şerê ku di sala 2017an de li ser Pêşmerge hate sepandin, pira çûnûhatinê ya li nahiya Pirdê têk çû. Niha hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi çakirina wê pireyê kiriye û û pireyeke hesin datîne.

Got jî? “Rêveberiya Rê û Pireyan ya Hewlêrê serdana Pirdê kir û da zanîn ku di heyama 15 rojan de, pire amade dibe, bo welatî tê re çûnûhatinê bikin.”

Di rojên bûrî de şanda Herêma Kurdistanê û Bexdayê çend civîn derbarê vekirina riya Hewlêr – Kerkûkê encam dabûn û li ser rêkarên ewlehiyê û çakirina wê pireyê lihev kiribûn.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, riya Hewlêr - Kerkûkê bi temamî ji bo çûnûhatinê hatibû girtin.