Dema vekirina riya Hewlêr – Kerkûk hat aşkerekirin

Karê di çakirina pireya bajarokê Pirdê de berdewam e û li gor zanyariyan di destpêka hefteya bê de riya Hewlêr – Kerkûkê vedibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Karê di çakirina pireya bajarokê Pirdê de berdewam e û li gor zanyariyan di destpêka hefteya bê de riya Hewlêr – Kerkûkê vedibe.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê li Kerkûkê, karê di çakirina pireya Pirdê de ber bi qonaxên dawiyê ve diçe.

Efserekî Polîsa Federalî ya Iraqê ku nexwast navê wî were aşkerekirin ji K24ê re ragihand, tê çaverêkirin roja Yekşema bê 19ê vê mehê riya Hewlêr – Kerkûkê bê vekirin.

Piştî çendîn civînan di navbera şanda Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de, di çend rojên bûrî de gihîştin rêkeftinekê bo çakirina pireya Pirdê û vekirina riya Hewlêr – Kerkûkê.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an û ji ber êrîşa Heşda Şeibî û hêzên Iraqî li ser hêzên Pêşmerge, ziyan gihîşt pireya Pirdê û riya Hewlêr - Kerkûkê bi temamî ji bo çûnûhatinê hatibû girtin.

S. B