Îran: Baweriya me bi Amerîka şaştî bû

Wezîrê derve yê Îranê Cewad Zerîf, poşmaniya welatê xwe li ser îmzekirina rêketina etomî nîşan da û got: Ew yek şaştî bû, ku baweriya me bi Amerîka hat.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezîrê derve yê Îranê Cewad Zerîf, poşmaniya welatê xwe li ser îmzekirina rêketina etomî nîşan da û got: Ew yek şaştî bû, ku baweriya me bi Amerîka hat.

Di daxuyaniyekê de ji kenala CNN re, Cewad Zerîf got: Amerîka nexweş e û alûdeyî (Idman) sizadanê bûye, di serdema Obama de jî, Amerîka fişar li me dikir ku sizayan ji ser Îranê raneke.

Zerîf got jî: Me hest dikir, ku Amerîka fêr bûye û naskiriye ku sizayên abûrî li ser Îranê ti encamên siyasî li pey xwe nahêlin û tenê ew karin dijwariyeke abûrî ji Îranê re çêkin û Îran li ber wan dijwariyan siyaseta xwe naguhere, lê ew hestê me şaş derket.

Derbarê egera lidarxistina civînekê di navbera Serokê Amerîka û yê Îranê de, Zerîf got: Hevdîtina rû bi rû ti encamê nade, piştî ew pêşveçûna mezin di navbera herdu aliyan de çêbû û Rêketina Etomî hat îmzekirin, bi vekişîna Amerîka ji wê rêketinê, Trump hemû pêşveçûna heyî bi hêsanî jinav bir.

Amerîka beşê yekem ji sizayên li ser Îranê vegerand û biryar e di Mijadara dahatî de, beşê diwem ê sizayan li ser Îranê bisepîne, heger hat û Taran dev ji siyaseta destwerdanê di karûbarên welatên navçeyê de bernede.

N.O