Tirkiye: Hêrs bûn e û êrîşî balyozxaneya Amerika kirin e

Êrişkarên ser Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqerê dibêjin, hember kiryarên Amerîka yên li ser Tirkiyê hêrs bûn e û biryara êrişê dan e

K24 – Navenda Nûçeyan

Êrişkarên ser Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqerê dibêjin, hember kiryarên Amerîka yên li ser Tirkiyê hêrs bûn e û biryara êrişê dan e.

Beriya du rojan, ji otombêlek bi çekan teqe li Balyozxaneya Amerîka ya li Enqerê hatibû kirin û gule li avahiya parêzvanan ketibûn.

Polîsê Tirkiyê, rojek piştî bûyerê du kes, bi tometa êrişê binçavkirin. Îfadeya êrişkaran di medya Tirkiyê de cîh girt.

Li gor agahiyan, êrişker dibêjin, bo êrişê kesî ferman nedaye wan, jiber daxuyaniyên Trump hêrs bûn e û biryareke weha dan e.

 

 

 

C.B