Rûsya: Rejîma Suriye bi alîkariya me biser ket
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta bergirî ya Rûsyayê di daxûyaniyekê de ragihand ku: “Niha Artêşa Suriye ji sedî 96,5 xeka Suriye kontrol dike”.
Birêvebirên Wezareta Bergirî ya Rûsyayê destnîşankirin ku, di pêvajoya şer de demek hat ku, tenê ji sedî 8 xaka Suriye di destê Artêşa Suriye de bû. Alîkariya yekser a Hêzên Hewayî yên Rûsya derfet da rejîma Suriye ku Operasyonên xwe berfereh bike û niha ji sedî 96,5 xaka Suriye di bin kontrola rejîmê de ye”.
Wezaertê herweha girtevidyoyek a alîkariya Hêzên Hewayî yên Rûsyayê bo Operasyonên hukimeta Suriye jî weşand.
C.B