"Amadekariya êrîşekê li dijî rêjîma Esed tê kirin"

Wezareta Berevaniya Rûsya: Her yek ji Amerîka, Firensa û Birîtanya amadekariyên êrîşekê li dijî rêjîma Sûryê dikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîka (John Bolton), gefa encamdana êrîşekê li dijî Artêşa Sûryê dike.

John Bolton di civînekê de, li gel sikirtêrê Encûmena Ewlehiya Rûsya (Nikola Patrush) li Cinêvê ragihand, ku belge li cem Amerîka hene, didin xuyakirin, ku rêjîma Sûryê çekên kîmawî bikar aniye û ger ev yek piştrast bibe, wê Amerîka bi tundî êrîşî bingeh û baregehên rêjîma Sûryê bike.

Bolton got: Niha Amerîka çavdêriya pilanên Hikûmeta Sûryê dike, bi taybetî amadekariyên operasyona serbazî li dijî Idlibê, ku tevahiya girûpên opozisyonê li wir kom bûne, heger rêjîma Sûryê çekên kîmawî li dijî welatiyên wî bajarî bikar bîne, emê bihêz û bitundî bersiva rêjîma Sûryê bidin.

Ji aliyê xwe ve, îro Wezareta Berevaniya Rûsya ragihand, ku her yek ji Amerîka, Firensa û Birîtanya amadekariyên êrîşekê li dijî rêjîma Sûryê dikin.

Wezareta Berevaniya Rûsî diyar kir, ku hersê welatên navhatî, wê bi bihaneya bikaranîna çekên kîmawî êrîşî rêjîma Sûryê bikin.

Peyvdarê bi navê Wezareta Berevaniya Rûsî ceneral (Igor Konashinkov) got: Girûpa terorîstî ya Desteya Tehrîr El-Şam, xwe ji bo kiryarên istifzazî amade kiriye, daku rêjîma Sûryê tometbar bike, ku çekên kîmawî li dijî sivîlan li Idlibê bikar aniye.

Igor Konashinkov tekez kir, ku çekdaran xaza Klorê veguhestine bajarokê Cisir El-Şixûr li parêzgeha Idlibê, daku şanogeriyekê pê saz bikn û bêjin ku rêjîma Sûryê çekên kîmawî bikar aniye.

Herwiha navhatî diyar kir, ku ew pîlana çekdaran, bi hevbeşî li gel hewalgiriya Birîtanya tê encamdan, daku bihaneyê ji Amerîka, Firensa û Birîtanya re peyda bike, ku êrîşî bingeh û dezgehên abûrî yên Sûrya bikin.

Herwiha Wezareta Derve ya Rûsya jî, hişyariyeke tund da Amerîka û got: Em hişariyê didin Amerîka û hevpeymanên wê, ku êrîşeke dînane li dijî Sûryê encam bidin.

Wezareta Derve ya Rûsî got jî: Welatên rojavayî, li bihaneyekê digerin, daku rêjîma Sûryê biguherin.

N.O