Kombûna Dayikên Şemiyê: 100 kes hatin girtin

Li Tirkiyê polîsan destêwerdan di kombûna Dayikên Şemiyê ya li Stenbolê de kirin û 100 kes hatin girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê polîsan destêwerdan di kombûna Dayikên Şemiyê ya li Stenbolê de kirin û 100 kes hatin girtin.

Dayikên Şemiyê îro hewl dan ku li bajarê Stenbolê li Meydana Galatasarayê kombûna xwe ya 700emîn bikin, lê polîsan destêwerdaneke tund kir û li gor zanyariyên dawî 100 kes hatine girtin.

Parlementerê CHPê Sezgîn Tanrtikulu ragihand, kombûna çalakiya Dayikên Şemiyê li ser fermana Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu hatiye qedexekirin.

Dayikên Şemiyê ew dayikên ku zarokên wan di girtîgehan de hatine kuştin, lê kujerên zarokên wan aşkere nebûne ne. Ji bo aşkerekirina kujeran ji sala 1995an ve li Meydana Galatasarayê kom dibin.

 

S. B