Di vemirandina agirê daristanên Merîwanê de 4 kesan canê xwe jidest dan

Di encama topbarana Supaya Îranê li sînorê bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê, 4 çalakvanên jîngehparêz canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama topbarana Supaya Îranê li sînorê bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê, 4 çalakvanên jîngehparêz canê xwe jidest dan.

Îro danê sibê Supaya Pasdarên Îranê navçeyên Merîwanê topbaran kir û di encamê de agir bi daristanên Siles û Pêle ket û di dema vemirandina agir de 4 çalakvanên jîngehparêz ên Merîwanê canê xwe jidest dan.

Li gor malpera Hingaw a taybet bi Mafên Mirovan li Rojhilatê Kurdistanê, xelkê Merîwanê yê bi navê Şerîf Bacewir, Omêd Konepoşî, Rehmet Hekîmî Niya û Mihemed Pijohî di dema vemirandina agirê daristanan de canê xwe jidest dan.

Ji heyama meha bûrî ve hêzên Supaya Pasdarên Îranê çendîn car in bi bihaneya hebûna endamên hêzên Kurdî li zozan û navçeyên sînorî yên Merîwanê topbaran dike.

Çalakvanan jî li tûra civakî belav kirin, ta niha welatiyên bajarê Merîwanê kom bûne û nerazîbûna xwe birêkxistine û wêneyên wan 4 jîngehparêzan hilgirtine û derketine ser rê û kolanan.

 

Wêne: Ji rûpela Rêvebirê Malpera Hengaw Erselan Yarehmedî
Wêne: Ji rûpela Rêvebirê Malpera Hengaw Erselan Yarehmedî
Wêne: Ji rûpela Rêvebirê Malpera Hengaw Erselan Yarehmedî
Wêne: Ji rûpela Rêvebirê Malpera Hengaw Erselan Yarehmedî

 

S. B