Mesrûr Barzanî: Mccain pêlewan û dostê gelê Kurd bû
K24 - Navenda Nûçeyan.
Şêwirmendê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê (Mesrûr barzanî) peyameke sersaxiyê li ser koça dawî ya mezinê Sînatorên Amerîkî û dostê gelê Kurd John Mccain, belav kir.
Mesrûr Barzanî li ser Twitter a xwe nivîsiye: Em ji nava dilê xwe, bi koça dawî ya pêlewan û dostê gelê Kurd, sînator John Mccain xemgîn bûne.
Herwiha Mesrûr Barzanî dibêje: Em sersaxiyê ji endamên malbata Mccain re dixwazin û ewê bi rêzgirtin bîra me de bimîne.
John Mccain di 29ê Tebaxa 1936an de jidayik bû û piştî nêzîkî salekê ji nexweşiya Şêrpenceyê, îro 26/8/2018an koça dawî kir.
N.O
I'm deeply saddened by the passing of Senator John McCain. John was a champion and friend of the Kurdish people. He will be missed dearly. My thoughts are with his family- mb.
— Masrour Barzani (@masrour_barzani) August 26, 2018