Şandeke aliyên Iraqî serdana Herêma Kurdistanê kir

Biryar e demeke din, şanda aliyên Iraqî li gel Serok Barzanî bicive. Şandê tekez kir, ku ewê gotina pêşî û ya dawî a Herêma Kurdistanê ji Serok Barzanî werbigire.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Îro şandek ji aliyên Iraqî ji bo li gel aliyên Kurdî, gotûbêjan li ser pirsa pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê, gihişte Hewlêrê û biryar e di yekem wêstgeha serdana xwe de, li gel Serok Barzanî bicive.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Hewlêrê Aras Ehmed ragihand, ku ew şand ji heşt kesan pêk hatiye û Xalid Ubêdî serokatiya şandê dike, biryar e demeke din ew şand li gel Serok Barzanî bicive. Şandê tekez kir, ku ewê gotina pêşî û ya dawî ya Herêma Kurdistanê ji Serok Barzanî werbigire.

Li gorî zanyariyên peyamnêrê K24î, piştî civîna li gel Serok Barzanî, wê şanda aliyên Iraqî li gel polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan û Yekîtiya Niştmaniya Kurdistanê bicive.

N.O